Xeydan
Yazar: Arif BADOĞLU on 31 Temmuz 2023
Xeyidîme
Ji wê
Ji xwe
Û ji ezdayê her tiştî
Nizanim
Ev çi çerx e
Di dilê min de hew kul diafirîne
Û di qedeha min de janê sor dike
Zimanê min tahl dihêle
Û tehma min dişorîne
Hundirê min
Bi yek pirîskekî
Dimeye qehrê
Nişkava to digre xwîn
Bi carekî
Şadî giyan dide der
Dilê min dike çehl
Û wê lê digorîne
Kêlikêkî
Li ser axê rast dike
Kovanê lê direşîne
Û navê min û wê lê datîne
Gotinên min qediyane
Girêka zimanê min
Ne li evînê
Ne li wê çav diqirpîne
Ji rewşa qelbê mirî re
Sarbûn ne bêjeyeka bestirîn e
Lênûsa bê hibir
Rêçên kulpînê
Bi hemd
Bêyî hemd
Û bêyîhemdî nanivisîne
Sîya agirê finda wê
Lerzekî sar e
Lerzekî germ e
Li dêmên min wek alekî
Hêlekanekî
Xwe nadidilniwazîne
Eşq di çavên min de
Hew tariyê
Di çenga evînê de dibine
Îroj
Ne ferkî guhar
Ne gustilîkek
Ne jî gelmaz
Xwe li xeydê naxemlîne
Wendayê cergê nayên dîtin
Rengên zindê lê naborin
Agirekî
Bi çirûskekî
Bêyî berkenîkek
Li girê tarîye
Xwe napêxîne
“Xeydan” için 3 Yorum yapılmış
Yorum Yazın
Not: Yorumlar denetimden geçmektedir.
Anlamını bilmediğim ama kulağa aşina bir çok kelime var. Anlamına baktığım zaman ise kelimenin köküne dair çekimli başka kelimeler bildiğimi farkettim. Şiiri sesli olarak yazarından dinleme ayrıcalığı ile beraber diyebilirim ki şiirin içinde güzel bir musiki, ritim ve güçlü bir sözlük var.
“diafirîne”
“Zimanê min tahl dihêle
Û tehma min dişorîne”
“Ne li evînê
Ne li wê çav diqirpîne”
“İroj
Ne ferkî guhar
Ne gustilîkek
Ne jî gelmaz
Xwe li xeydê naxemlîne”
Bı rasti ez baş nızanım bi kurdî binivîsinim. Bı tenê dıxeyinim. Dı helbestê de peyv hene ku ez mena wan nızanım. Ev ji nahêle ku ez helbestê tev bı yek fehm bıkım. Têkiliyin gotınan cê nabın lê disa ji ahenga helbestê xwe dide xwendin.
Ben de şairinden bizzat dinleme ayrıcalığını yaşamış biri olarak keyifle bir daha okudum. Kürtçe, fonetik olarak şiire çok yatkın bir dil. Yüzlerce yıl bir geçmişi olan bu dil, malum sebeplerden bugün hakettiği yerde olmasa da inanıyorum ki kendisine biçilen rolü reddederek temayüz edecek ve yetkin bir edebiyat dili olacaktır. Sözlü bir geleneğe yaslanan Kürtçe, medreseler sayesinde ayakta kalmış ve yok olmaktan, unutulmaktan kurtulmuştur. Sırf bu hizmetinden dolayı medreselerimize hepimiz teşekkür borçluyuz. Bir teşekkür de Kürtçe eser veren edebiyatçılara borçluyuz. Kendi dilinde yazamamaktan , okuyamamaktan utanan biri olarak diyorum ki dilimize sahip çıkmak bu dilde yazılmış eserlere değer vermek hepimizin görevi. Çünkü bir kültür ancak dil aracılığıyla korunabilir ve geleceğe uzanabilir. Bu vesileyle bu güzel şiirleri yazan dostumuza teşekkür ediyor, devamını bekliyorum. Bir dileğim de bu şiirlerin kitaba dönüşmesi. Tabi marifet iltifata tabidir. Yani sevgili okurlar, iş biraz da size düşüyor. Bir kez daha şairimizi kutluyorum.
Bu güzel sözlerin ardından bir şeyler yazmak çok abes olur. İçim ısındı ve mutlu oldum. Sanırım yazmaya devam etmem için bir değerli dostun iltifatı çok yeterli oldu.