Rûç Heyv

Yazar: on 10 Eylül 2023

Ezmanê xwezayê
Tujî ne siteyrik
Pir dûrê du çavan
Ronya min yek neynik

Ku tê der, kelecan
Revî sekn û rewan
Dilalav li baran
Giyan avêj çindik

Lalê pesnê çavik
Tiyê peşka avik
Rû bi rû bê bîbik
Mar vedayê tevzik

Xuya be rih barik
Şeng jê zê rûbarik
Por du hêl guharik
Bi ser dêm hinarik

Dil tavik rûç heyvik
Dest hinik bal şanik
Mijang tîr birh şûrik
Sûr pûşik ser şarik

Çav şinik lêv işnik
Xêz û xal mêz xişrik
Piling awir tund rik
Kujrê Zal yek bişrik



Yorum Yazın

Not: Yorumlar denetimden geçmektedir.